1. dengbêjeke ji amedê ye, demîrbaşê mala dengbêjan ya li amedê ye, dengê wî xweş e, kilama şarê zehf xweş dibêje; |
|
06.07.2015 23:42 |
endazer
|
2. di vê vîdeoyê de jî ligel farqînê solîstê koma azad kilama şarê dibêje; xalê seyîdxan bila dilê xwe negire lê farqîn jê xweştir dibêje.. |
|
06.07.2015 23:50 |
endazer
|
3. Li gorî nûçeyên lezgîn îro koça dawî kiriye vîdyoyê veke |
|
05.07.2020 14:11 ~14:25 |
merwano
|
4. Îro xatirê xwe ji gerdûnê xwestiye û koça dawî kiriye. Piştî ewqas sal bo vî gelî û çanda vî gelî xebitiye, lê piştî ku ket bê xwedî ma. 50 milyon kurd nikaribû li vê zilamê belengaz binehêre. Di nava belengazî û xîzaniyê jiyana xwe ji dest da. Serê malbata wî hezkiriyê wî sax be. Ji kîsî min çû wele. |
|
05.07.2020 16:18 |
tîrêj zana 21
|
5. Dema mirina wî bihîstim, wekî ku pirtûkxaneyek hatibe şewitandin hesiyam. Mixabin.. Milyaketekî dengbêjiyê di nav dilê me de firiya û çû. |
|
05.07.2020 20:09 |
yûsiv
|
6. Rehma Xwedê lê be... Pir pir pir xemgîn im. |
|
05.07.2020 20:12 |
berijahr
|
7. Bi şermînî û bêdermanî dinivîsim. Cara ewil li mala dengbêja min dîtibû. Berê wê helbet min bi deng û gewretiya wî zanibû. Bi giraniya êş û bîrê salan ku piştxûziyek dabûyê û bi nêrînên têkneçûyî û ji xwe bawer bi rê de dimeşiya. Min ji dûr û bi heyranî temaşe kir. Lê xwelî li serê min be ku bi zindîtî goh neda "bilbilê amedê". |
|
05.07.2020 20:15 ~20:14 |
rizgarm
|
8. Min vîdeoyek temaşe kir, dengbêj Seyîtxan digot ku; kes xwedîyê min derneket, ez nexweş ketim kesî min nebir bijîşk. |
|
05.07.2020 20:18 |
yûsiv
|
9. Dengbêjê gelê kurd, bilbilê Amedê îro Koça dawî kir. Wekî gelek dengbêj û hunermendên kurd bêxwedî û bêpişt di nav feqîrtî û belengaziyê de çû ber rehma xwedê. Ez gelek xemgîn I’m. |
|
05.07.2020 20:53 |
kajav
|
10. Hezar heyf û mixabin... |
|
05.07.2020 22:20 |
orhano
|
11. Min wî yekoyek nas dikir, dengbêj û zanayek hêja bû. Oxir be jê re. |
|
10.07.2020 00:48 |
afa
|
12. Pel fîlm li ser jiyana wî belgefîlmek amade kiriye |
|
18.07.2020 12:49 |
kajav
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |